Pêşawayê Cemaeta Îslamî Rahman Nîzamî hat îdamkirin
Li Bangladeşê Pêşawayê Cemaeta Îslamî Rahman Nîzamî ji teref hikûmeta Hasînaya laîk ve hat îdamkirin.
Hat ragihandin Pêşawayê Cemaeta Îslamî Rahman Nîzamiyê ku ji hinek bûyerên ku di dema şerê xweseriya Bangladeşê de derketibûn dihat berpirsiyarkirin hat îdamkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî yên ji Dakkaya paytexta Bangladeşê hatine wergirtin Nîzamî piştî ku bi malbata xwe re herî dawî hevdîtin kir re wî ji bona îdamê birin Girtîgeha Navendê ya li Dakkayê.
Hat ragihandin Nîzamî dikaribû ji bona neyê îdamkirin ji seroka dewletê teleba efûyê bike, lê ew jî wekî serok û pêşawayên din teleba efûyê nekir û îdamê tercîh kir.Piştî vê tercîhê Pêşawayê Cemaeta Îslamî Rahman Nîzamî ji teref hikûmeta Hasînaya laîk ve hat îdamkirin.
Her weke tê zanîn berî niha jî Pêşawayên Cemaeta Îslamî yên bi navê Abdulkadîr Molla, Muhammed Kamaruzzaman û Elî Îhsan Mucahîd ji teref Mehkemeya Sûcên Şer a Navneteweyî ve ji îdamê re hatibûn mehkûmkirin, lê wan jî teleba efûyê nekribûn û hatibûn îdamkirin.(ÎLKHA)