Navê 3 kesên ku di teqînê de miribûn diyar bûn
Hat ragihandin di êrîşa bombeyî ya ku duh di dema derbasbûna wesayîta polêsan de hatibû lidarxistin de 3 kes miribûn ku hat ragihandin ev her 3 kes jî bersûcên PKKyî ne.Navê van kesan hatin aşkerekirin û hat destnîşankirin ku ji miriyan 2 kes endamê Meclîsa Şaredariya Bismilê ne.
Her weke ku tê zanîn duh li dijî polêsan êrîşa bombeyî hatibû lidarxistin ku di vê êrîşê de 3 kes miribûn.3 kesên ku di teqînê de mirin navên wan diyar bûn.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesên ku mirine berî niha di operasyonên ku li dijî PKKê hatine kirin de hatine binçavkirin û berîya teqînê ji kontrola tenduristiyê vedigeriyan. Navê wan bi vî awayî hat ragihandin: Endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê Tufan Tunç û Zafer Koluman û Mehmet Argul.
Her weke ku tê zanîn di êrîşa ku duh li dijî polêsan hat kirin de 5 kes mirin, 12 jê polês, 33 kes siwîl tevde 45 kes birîndar bûn.Ji teref walîtîyê ve hat ragihandin di otobusa polêsan de 7 kesên ku berî niha di operasyonên PKKê de hatibûn binçavkirin hebûn.(ÎLKHA)