• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Di teqîna Diyarbekirê de jimara miriyan derket 5an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di teqîna ku li Diyarbekirê qewimîbû û bûbû sedema birîndarbûna 12ê wî polês bi tevahî 43 kesan de jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 5.

Di derbarê mijarê de di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatibû dayîn de wiha hatibû diyarkirin: “Di teqînê de 9 polêsên di nav wesayîtê de, 7 gumanbar, nişteciyên mintiqê û welatiyên ku rêwî bûn birîndar bûne.”

Her wiha di domahiya daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku 3 kes jiyana xwe ji dest dane, 12ê wî polês bi tevahî 33 siwîl jî birîndar bûne. Hat ragihandin ji birîndaran 2 kesê wî yên ku di nexweşxanê de tedawî dibûn jiyana xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin 3 kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane PKKyî ne. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir