Di teqînê de dê û bebeka xwe jî birîndar bûn
Di êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê li dijî polêsan hat kirin de dê û bebeka xwe jî birîndar bûn.
Di êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê li dijî polêsan hat kirin de dê Dîdem Çolak û bebeka wê ya bi navê Zeynep Lorîn Çolak yên ku di dema teqînê de li bexçeyê çayê bûn jî birîndar bûn.
Her weke ku tê zanîn duh li Diyarbekirê li dijî polêsan êrîşa bombeyî hat lidarxistin ku di vê êrîşê de pîrekek û bebeka wê jî birîndar bûn. Dîdem Çolak û qîza wê ya bi navê Zeynep Lorîn Çolak ên ku di dema êrîşê de li bexçeyeke çay rûdiniştin birîndar bûn. Hat hînbûn dê û bebeka wê bi perçeyên camên ku ji ber tesîra teqînê şikestibûn birîndar bûne.
Dê û bebeka wê yên ku birîndar bûbûn ji ber ku di ambûlansan de cî nema ji teref hemwelatiyên derdorê ve ji nexweşxanê re hatin rakirin û li wê derê hatin tedawîkirin.(ÎLKHA)