57 roj e ku li Nisêbînê qedexeya derketina derve berdewam dike
Qedexeya derketina derve ya ku ji teref Walîtiya Mêrdînê ve ji bona Nisêbînê hatibû îlankirin ev bû 57 roj ku berdewam dike.
Her weke ku tê zanîn berî niha ji bona çal werin girtin û barîkat bên rakirin qedexeya derketina derve li Nisêbînê hatibû îlankirin ku ev qedexe têkete roja 54emîn.Ji navçê dengê çekên giran û topan tê.
Li navçê hêj li Taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle,Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abîdînê pevçûnên dijwar berdewam dikin.(ÎLKHA)