• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Gundê Şifêrêya Gercewsê bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Şifêra Gercewsê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi navê ‘Rêberê Wehdet û Biratiyê Hz Muhemmed’ bernameya Wîaldeta Pîroz hat lidarxistin.

Di bernamê de melayê Gundê Şifêrê Selamî Altun axavtina dest pêkê kir. Dûvre Altun wiha axivî: “Xwedayê alemê vî mewlîdê bike wesîla yekitî û wehdeta Mislimanan. Gelî mêvanan hûn bi xêr hatine. We me gelek kêfxweş kir. Xweda jî we kêf xweş bike. Di ayeta pîroz de Xwedê Teala wiha ferman dike; ‘Em dê dengê te (Muhemmed) bilindtir bikin. Em dê her tim qala te bikin.’ Hemd ji Xweda re ku em vî yekê bi çavên xwe dibînin. Di dinyayê de herî zêde qala Hz Muhemmed (sxl) tê kirin. Xweda ji me re Pêxemberekî bi qedr şandiye. Divê ku em layiqê Wî bibin.”

Dûvre di bernamê de ji teref koma zarokan ve îlahî û şiîr hatin xwendin û piştî xwendina îlahî û şiîran mewlîda şerîf hat xwendin.

Di bernamê de endamê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Murat Demîr axivî. Demîr di axavtina xwe de qala jiyana Hz Muhemmed (as) kir û her wiha wî diyar kir divê ku Misliman layiqê Hz Muhemmed bibin.

Demîr dûvre axavtina xwe wiha domand: “Hemd ji Xweda re ku em her sal li qadan dicivin û evîndariya xwe ya ji bo Xwedê Teala û Hz Muhemmed didin nîşandan. Hemd ji Xweda re ku Îslamê nesîbê me kiriye. Dîsa hemd ji Xweda re ku mu wek Ummetê Hz Muhemmed (as) xuliqandiye. Heke ku em tefekûr bikin dê em bibînin ku Xweda nîmet û îhsanên mezin bexşê me kiriye. Xwedê Teala di gelek ayetan de qala Ummeta Hz Muhemmed dike. Yanê qala me kiriye. Xwedê Teala me ji wan kesên ku di rêya Hz Muhemmed de dimeşin bike.” (ÎLKHA)


 







































Bu haberler de ilginizi çekebilir