• DOLAR 32.579
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2462.58
  • ...
Li Nisêbînê di lêgerîna malê de teqîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Nisêbîna Mêrdînê di mala ku esker ji bo lêgerînê têketinê de bombeya ku hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di Taxa Firatê ya ku girêdayê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku ji 14ê Adarê pê ve operasyon hatine destpêkirin de leşker ji bo ku lêgerîn bikin têketin malekî. Bi têketina leşkeran a malê re teqemeniya ku berê hatibû bicîkirin hat înfikaqkirin. Di encama înfilaqê de di malê de hilweşîn pêk hat, 2 leşker jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat ragihandin ku birîndar jî hene.

Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir