• DOLAR 34.566
  • EURO 36.633
  • ALTIN 2921.789
  • ...
Di operasyona reçeteyên sexte de 23 girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha operasyonên reçeteyên sexte yên ku Stenbolê wek navend bi tevahî li 32 bajêran hatin lidarxistin de ji 98 gumanbaran 23yê wî hatin girtin.

 Di bergeha operasyonên reçeteyên sexte yên ku Stenbolê wek navend bi tevahî li 32 bajêran hatin lidarxistin de ji 98 gumanbaran 52 kesan sewqê dadgehê kirin û 46 kes jî pijtî lêpirsînê hatin serbestberdan.

Hakimtiya Cezaya Sulhê ji 52 kesên ku wan sewqê dadgehê kiribûn 23 kesê wî da girtin û 29 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan.

Gumanbar bi hinceta sazkirina rêxistinê ya ku reçeteyên sexte amade dikin, xapandina SGK û zirar dayîna dewletê ya bi milyaran TLê tên darizandin.

Stenbol wek navend operasyon li Enqere, Diyarbekir, Edene, Mêrsîn, Entalya, Hatay, Sêrt, Riha, Êlih, Meletî, Agirî, û Mêrdînê bi tevahî li 32 bajêran hatibû kirin. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir