• DOLAR 32.493
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2442.15
  • ...
Piştî şewatê rewşa dilşewet a malbatê derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku ew ê bê bîran duh Li Taxa Taşlicaya navçeya Şehîtkamîlê Entabê di wextên şeveqê de di malekê de şewat derketibû û di encama şewatê de Mehmet Emîn Bakir û zarokên wî yên bi navê Mucahît (12), Dîlahan(8), Halîme (6), Buşra (5), Emîne(4) û Sacettîn (2) Bakir jiyana xwe ji dest dabûn û her wiha dê Naciye Bakir jî di şewatê de birîndar bûbû.

Hat hînbûn Mehmet Emîn Bakirê ku di şewatê jiyana xwe ji dest dabû berî vê 15 salan ji ber bêderfet û îmkaniyan mecbûr maye ji Wanê koçî Entabê bike û berî vê 10 salan jî xanima xwe ji ber nexweşiyekê winda kiriye û dû re bi Nacîye Bakira ku ji şewatê birîndar xelas bûbû re zewiciye.

Hat hînbûn mala Mehmet Emîn Bakir li çolterê bû û her çiqas zarokên wî yên mezin ji bona ku mala xwe barbikin bajêr israr kiribin jî bav Mehmet Emîn Bakir diyar kiriye ew naxwaze ji heywanên xwe cuda bibe û  dixwaze ku li çolterê bijî.
 

Ava xwe ji bîrê temîn dikirin

Hat hînbûn malbata Bakir a ku bav û 6 zarokên wî di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn  di bereqeyekê de dijiyan.Di bereqeya ku ew tê de dijiyan  de ne tesîsata avê ne jî ya ceyranê hebû.Hat hînbûn malbat ceyranê ji jeneratorê û avê jî ji bîrê temîn dikirin.

Cîranê wî di derbarê Bakirî de axivî

Sedat Platînê ku ev bû demeke dirêj cîrantiya Mehmet Emîn Bakir dikir di derbarê cîranê xwe de axivî û hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Malbatake pir feqîr û xerîb bû.Di halê xwe de bû.Debara xwe hewl dida bi ajalvantiyê bike û tu zirara wan ji derdorê re tune bû.”

 Platîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew serê şeveqê hatiye dikana xwe şewatê ditiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew di vê mêzelê de diman. Duh hatibû dikana min, me bi hevdû re çay vexwar û sohbet kir. Serê şeveqê hevalekî min li min geriya û ji min re bûyerê anî ziman. Dema ku ez hatim cihê bûyerê Apê Hecî û 6 zarokên wî rehmet kiribûn. Hecî mirovekî pir baş bû.”

















Bu haberler de ilginizi çekebilir