Bav û zarokên wî yên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
Bav û 6 zarokên wî yên ku duh di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn di nava şîn û girînê de spartin axê.
Her weke ku ew ê bê bîran duh Li Taxa Taşlicaya navçeya Şehîtkamîlê Entabê di wextên şeveqê de di malekê de şewat derketibû û di encama şewatê de Mehmet Emîn Bakir û zarokên wî yên bi navê Mucahît (12), Dîlahan(8), Halîme (6), Buşra (5), Emîne(4) û Sacettîn (2) Bakir jiyana xwe ji dest dabûn û her wiha dê Naciye Bakir jî di şewatê de birîndar bûbû.
Piştî karên otopsiye bav û 6 zarokên wî li Goristana Yeşîlkentê ji teref naskirî û hezkirîyên wan ve hatin definkirin.Teşkîlata Bajêra Entabê ya HUDA PARê û komeleyên ku endamên Platforma Evîndarên Pêxember in jî beşdarî merasîma cenazê bûn.(ÎLKHA)