• DOLAR 32.444
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2445.013
  • ...
Ji HUDA PARê daxuyaniya Helebê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi daxuyaniya nivîskî ya ku li ser navê Serokatiya Têkiliyên Karûbarên Derve ya HUDA PARê hat dayîn qetlîamên ku li Heleba Sûrî tên kirin hat şermezarkirin û her wiha bal hat kişandin ku mirovahî ji van qetlîeman re bê deng dimîne.

Di daxuyaniyê de hat belavkirin divê ev qetlîamên ku bi têketina Ûris ya li Sûrî re tên kirin were sekinandin û temenî hat kirin ku agirbesta piştî qetlîamên helebê hatiye îlankirin wek mayînde bimîne.

 “Qetlîam di gel agirbestên ku tên îlankirin bê navber didomin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin bi Şerên Sûrî yên ku ji 2011an pê ve dest pê kiriye û hêj jî didome re qetlîam û derd û kulên vî welatî zêde bûye. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin di gel agirbestên ku li Sûrî hatine îlankirin qetlîam bê navber didomin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu qedr û qîmeta însan, exlaq û pîvaniya însanî yên şerên Sûrî nemaye. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Bi şerên navxweyî ve devletên neteweyî û saziyên navneteweyî jî nirx û qîmetên xwe yên însanî, exlaqî û hiqûqî winda kirine. Divê ku armanca hebûna saziyên navneteweyî yên ku ji derdê mezlûm û belengazan re nebû çareser û ji dewletên emperyalîst re xizmet dikin werin darizandin.”

 “Ji ber şerên navxweyî gelê Sûrî kovandar e”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedema rewşa Sûrî ya herî girîng mislimanin û îro ji ber şerên navxweyî gelê Sûrî kovandar e. Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Sedema vî yekê ew e ku rêvebirên dewletên Îslamê bê besîret in û polîtîqayên çewt dimeşînin. Li ser navê berjewendiyên neteweyî yên dewletên emperyalîst erdnîgarên me tên îşqalkirin, tên mijandin. Ji ber vî yekî Sûrî hatiye vî halê.”

 “Em bang li welatên Îslamê dikin ku ji nû ve çav bi polîtîqayên xwe bixin”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Em ji vir carek din bang li hemî welatên Îslamê dikin ku bila ji nû ve çav bi polîtîqayên xwe yên di derbarê Sûrî bixin û tînin bibîranîn di serî de zarok û pîrek; mislimanên ku tên qetilkirin birayên me ne. Bi taybet ji ber qetlîamên ku di van rojên dawî de li helebê çêdibin û bêçaretiya Ummetê ya li hemberê vî rewşê jan, derd û kulên me zêde kiriye. Ji bo ku li erdnîgara Îslamê aşitî, hizûr, aramî û edalet were sazkirin pêwîst e ku hemî misliman bi şiûrekî Ummetî û biratiyê hereket bikin.”

 “Em êrîşên wan ên ku li zarok û pîrekan tên kirin şermezar dikin”

Di daxuyaniyê de ji bo ku di nabeyna Mislimanan de lihevhatin çêbibe û dilen wan li hev germ bibe daxwazî hat kirin. Dûvre daxuyanî wiha pê de çû: “Em êrîşên Ûris ên ku siwîlên mesûm û ji van mesûm û belengaztir zarok û jinan tên qetilkirin şermezar û rel’în dikin. Em ji kesên ku hatine qetilkirin re ji Xweda rehmet û mexfîret, ji birîndaran re şî şîfa dixwazin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir