Mustafa Destîcî li Îsraîlê hat binçavkirin
Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destîcî li balafirgeha Îsraîlê hat binçavkirin.
Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destîcî, Alîkarê Serokê Giştî yê BBPê Îlker Kayalioglu û lijneya bi wan re li balafirgeha Îsraîlê hatin binçavkirin.
Di derbarê mijarê de li ser malpera înternetê di hesaba BBPê de wiha hat destnîşankirin: “Kêliya dawî. Polêsên Îsraîlê Alîkarê Serokê Giştî yê BBPê Îlker Kayalioglu û lijneya pê re nêzî saet û nîv hilanîn lêpirsînê. Serokê me ya giştî Birêz Mustafa Destîcî : “Heta hevalên min neyên ez naçim kontrola pasapartê û naçim siwarê balafirê nabim.”
Mustafa Destîcî û lijneya pê re ji bo bernameya Mîracê ya 4 rojî çûbûn Filîstînê. (ÎLKHA)