• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Qetlîamên ku li Helebê tên kirin hatin tel'înkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mizgefta Hz. Omer di derbarê mijarê de daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.Daxuyaniya çapemenîyê li ser navê platformê ji teref Berdevkê Platforma Piştevaniya Sûriyê  Hayatî Bende ve hat xwendin. Bende di derbarê mijarê de ragihand ew careke din bi feryada êşa ku ji Sûriyê bilind dibe hisiyane û ji ber vê yekê li vê derê civiyane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her weke ku tê zanîn zalim Esed hêj qetlîamên xwe yên li dijî zêç û zarokan, pîrek û zilaman didomîne.Her wiha ew hêzên emperyalist ên ku piştgiriyê didin wî jî li ser cesedên Mislimanan hêza xwe hewl didin bidin nîşandan.”

Bende di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ki mijar misliman bin temamên emperyalîstan dibin yek û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Haya me ji vê dezgeha ku li ser axên alema Îslamê hatine avakirin heye. Ew mustekbîr dema ku mijar Misliman bin qet xwe aciz nakin, lê dema ku ew bi  xwe zirarê dibînin  bi lez  berê xwe didin demokrasî û  mafên mirovan  ên ku ji bona xwe derxistine holê.Encax divê zanibin êdî nikarin me bixapînin.Û her wiha bila bizanibin êdî pêvajoya hişyarbûna Mislimanan dest pê kiriye.Bi izna Xweda ew birayên me yên Sûriyeyî yên ku ji dil û can  destekê dane vê hişyarbûnê û di vê rêyê de jiyana xwe feda kirine ew ê bi mizginiya rizgariya erdnigarîya ummeta Îslamê şiyar bibin.”

 “Êdî hisabên biçûk deynin rexekî”

Beyde di dawiya daxuyaniyê de bang li rîspiyên ku li erdnigarîya Îslamê ne kir û wiha dawî li daxuayniyê anî: “Ew ê heta kêngî ev belavbûna me berdewam bike. Ji ber ku em nebûna ummet ew zêhniyeta xerbê ya zelîl dê were û me îdare bike. Êdî dev ji hisabên biçûk berdin û xwe bi benê Xweda û bi dustûrên Qur’anê yên ku heyeta bexş dikin ve bigirin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi kirina duayana bi dawî bû.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir