Li herema Qereqola Koprubatiyê bêdengî hakim e
Piştî êrîşên ku li qereqola ku li ser sînora Taxa Turkyurduyê hat kirin re li herema qereqola ku lê ye bêdengî hakim e.
Li herema Qereqola Koprubatiya ku li Taxa Turkyurduya navçeya Karkamişê ye sala borî gelek bûyer pêk hatibûn ku îsal li herema ku qereqol lê ye bêdengî hakim e.
Li hemberî sînora ku lê Qereqola Koprubatiyê heye heremên ku di destê YPG û DAÎŞê de ne hene.Li heremê hat dîtin ji bona çûyîn û hatinên li ser sînor bên astengkirin blokên beton hatine danîn. Her wiha ji ber êrîşeke ku îxtîmalê bê kirin berê lûleyên tankan li wî rexê sînor in.Ango berê wan dane mewzî û kozikên DAIŞ û YPGê.
Li heremê, herama ku wek Ada Bolgesî tê binavkirin wek herema ewlehiyê ya taybet hatiye îlankirin .Têketin û derketinên vê heremê hatin qedexekirin û asta ewlehiyê jî hatiye zêdekirin.(ÎLKHA)