Êrîş li tabura eskeriyê hat kirin: Eskerek jiyana xwe ji dest da 26 kes jî birîndar bûn
Li navçeya Pîrana Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li tabura eskeriyê hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de 26 kes birîndar bûn.
Duh êvarî di derdora seat 21.45an de li ber tabura eskeriyê teqîneke dijwar pêk hat. Tesîra teqînê li temamê navçeyê hat hîskirin û ji ber teqînê dikan û malên derdorê û lojmanên tabura eskeriyê zirar dîtin.
Hat hînbûn li navçê ji ber teqînê ceyrana temamê navçeyê qut bûye û piştî êrîşê pevçûnên dijwar jî pêk hatine.Ji ber êrîşa ku hat kirin eskerekî ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da û 26 kesên ku di nav wan de kesên siwîl jî hebûn birîndar bûn.
Her wiha ji bilî van agahiyan polêsan li ser Rêbeja Pîran-Hênê xwestin ku wesayîtekê bisekinin, lê ji nava wesayîtê li ser polêsan de gule hat reşandin.Ji ber reşandina guleyan 3 polês birîndar bûn.
Li heremê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)