Hûrgiliyên êrîşa Entabê derdikevin holê
Ji aliyekê ve jimara polêsên ku di êrîşa bombeyî ya li Entabê pêk hatibû jiyana xwe jidest dan de derket 2yan ji aliyekê ve jî hûrgiliyên êrîşa Entabê derdikeve holê.
Li Entabê jimara polêsên ku di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bû 2 û hûrgiliyê vî êrîşê jî hêdî dêdî derdikeve holê.
Gor agahiyên ku hatine bidestxistin êrîşgeran qada ku ji ber pîroziyên 1ê Gulanê bi barîyeran hatiye asêkirin bi 2 wesayîtan derbas bûn û êrîş li polêsên ku nobetdar bûn kirin. Piştî ku ji vê êrîşê re bersiv hat dayîn her du wesayît ji hawîrdora Midûrtiya Ewlehiyê revîn û dûvre wesayîta mombebarkirî hat înfilaqkirin.
Di teqîna ku nêzê Şaredariya Mezin, Serokatiya Daîreya Bacê û Midûrtiya Ewlehiya Bajêrê pêk hat de 2 polês jiyana xwe ji dest dan û 19ê wî polês bi tevahî 23 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku nasnameya êrîşgeran hatiye tespîtkirin û operasyon li mala wî hatiye lidarxistin.
Her wiha hat ragihandin ku pîrozkirina 1ê Gulanê ya li Entabê hatiye betalkirin. (ÎLKHA)