Kozikên DAÎŞÎê yên ku li Sînûrê Sûrî ne hatin lêdan
Li sînûrê navçeya Karakamişa Entabê yekîneyên topan lêxistina kozikên DAÎŞÎê yên ku li Sînûrê Sûrî ne diomîne.
Piştî êrîşa hewanê ya ku 3 roj berê li bajarê Cerablusa Sûrî li navçeya Karakamişa Entabê hat kirin yekîneyên topan lêxistina kozikên DAÎŞÎê yên ku li Sînûrê Sûrî ne bombebaran kir.
Piştî ku 5 bekikên hewanê ji Cerablusê ket Taxa Turkyurdu û Qereqola Hidûdê li sînûrê navçeya Karakamişê kozikên DAÎŞê ji teref yekîneyên topan ve hatin lêdan.
Wesayîtên bizirx û obusan li Qereqola Hidûdê ya Turkyurdu û qereqolên hawîrdor hatin sewqkirin. Dûvre Obusên ku hatin herêmê kozikên DAÎŞê bombebaran kirin. Li taxên Karakamiş û Turkyurduyê pêşgiriya ewlehiyê didome.
Li sînûrê di noqteyên ji hev cûda de Obusan ji derdora saetên sibê pê ve tim û tim kozikên DAÎŞê bombebaran kir. Avêtina obusan ji Karakamişê jî tê bihîstin û ji hawîrdora ku kozikên DAÎŞê tên lêdan jî duman bilind dibe. (ÎLKHA)