• DOLAR 32.453
  • EURO 34.741
  • ALTIN 2436.376
  • ...
HUDA PAR di derbarê êrîşa ku li Bûrsayê hat kirin de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajêr a Bûrsayê ya HUDA PARê ve di derbarê êrîşa xwekuj a ku li kêleka Mizgefta Mezin hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.Di daxuyaniyê de bûyer hat şermezarkirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de ji kesên ku di êrîşê de birîndar bûne re şifa hat telebkirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Em wê êrîşa ku li kêleka Mizgefta Mezin hatiye lidarxistin bi tundî şermezar û tel’în dikin. Her wiha em ji kesên ku di êrîşê de birîndar bûne re ji Xweda  Teala şifayê teleb dikin. Em wek HUDA PARa ku ji xwe re Îslamê refarans digire wan êrîşên xwekuj ên ku di nava xelkê de tên kirin  û êrîşên mîna van ên ku dibin sedem însan bimirin û birîndar bibin wek anarşî û terorê dibînin û van kiryaran şermezar dikin.Em dixwazin diyar bikin em wê qebûlkirina şidetê ya wek rê û rêbazekî  red dikin .”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat ragihandin “HUDA PAR bawer dike ku mabed cihên destnedayînê ne û em wek HUDA PARê belesebeb kuştina însanekî/ê wek kuştina temamê însanan dibînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir