Serokwezîr Davutoglu di derbarê êrîşa Bursayê de axivî
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beriya ziyareta Qatarê li Balafirgeha Esenbogayê di derbarê êrîşa xwekujer a Bursayê de axivî.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beriya ziyareta Qatarê li Balafirgeha Esenbogayê êrîşa xwekujer a ku li Bursayê pêk hatibû nirxand.
Davutoglu di axavtina xwe de bal kişand li ser tekoşîna bi terorê re. Dûvre Davutoglu axavtina xwe wiha domand: “Li Bursayê êrîşa terorê pêk hat. Ev êrîş li welat, gel û hizûra me hatiye kirin. 8 welatiyên me birîndar bûn. Hemd ji Xweda re ku rewşa birîndarên me xedar nînin. Terora ku êrîşê pêk anî mir. Ev êrîşên terorê dê nebe sedema ku Tirkiye dev ji tekoşîna bi terorê re berde. Bi çi şiklê dibe bila bibe dê em li dijî teror û fealiyetên van biryarên herî baş bidin û em dê vê yekê bidomînin.”
Davutoglu diyar kir ku xebatên di derbarê nasnameya terorîstê de didome. Dûvre wiha pê de çû: “Em bi Wezîrê Karûbarên hindirîn û Waliyê xwe re di derbarê mijarê de têketin têkiliyê. Înşaellah dê nasnameya terorîstê were tespîtkirin û dê hêzên tarî yên ku piştgirî didin vê yekê were diyarkirin.” (ÎLKHA)