• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokwezîr Davutoglu di derbarê êrîşa Bursayê de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Ahmet Davutoglu beriya ziyareta Qatarê li Balafirgeha Esenbogayê êrîşa xwekujer a ku li Bursayê pêk hatibû nirxand.

Davutoglu di axavtina xwe de bal kişand li ser tekoşîna bi terorê re. Dûvre Davutoglu axavtina xwe wiha domand: “Li Bursayê êrîşa terorê pêk hat. Ev êrîş li welat, gel û hizûra me hatiye kirin. 8 welatiyên me birîndar bûn. Hemd ji Xweda re ku rewşa birîndarên me xedar nînin. Terora ku êrîşê pêk anî mir. Ev êrîşên terorê dê nebe sedema ku Tirkiye dev ji tekoşîna bi terorê re berde. Bi çi şiklê dibe bila bibe dê em li dijî teror û fealiyetên van biryarên herî baş bidin û em dê vê yekê bidomînin.”

Davutoglu diyar kir ku xebatên di derbarê nasnameya terorîstê de didome. Dûvre wiha pê de çû: “Em bi Wezîrê Karûbarên hindirîn û Waliyê xwe re di derbarê mijarê de têketin têkiliyê. Înşaellah dê nasnameya terorîstê were tespîtkirin û dê hêzên tarî yên ku piştgirî didin vê yekê were diyarkirin.” (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir