• DOLAR 32.458
  • EURO 34.805
  • ALTIN 2439.902
  • ...
Xwendekarên mexdûr têketin azmûna TEOGê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwendekarên ehlê Silopî îro beşdarê azmûna TEOGê ya dewra 2 yemîn a ku li gelemperê Tirkiyeyê hat lidarxistin bûn.

Xwendekarên Silopiyê ji ber ku ji 5ê Nîsanê pê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin navber dabûn perwerdehiyê. Xwendekarên navçeyê îro beşdarê azmûna TEOGê bûn û piştî azmûnê pirsgirêkên xwe anîn ziman.

Ji xwendekaran H.A diyar kir ku îmtîhan hêsan bûye. Lê ji ber ku qedexe û şer hebûye nekariye ji azmûnê re bixebite. Ji ber vê yekê li benda puwanek baş bînin.

A.H, diyar kir pêwîst e ku îmtîhan were taloqkirin lewra ji ber qedexe û pevçanan nekariye bi şiklekî baş bixebite.

Xwendekara qîz a bi navê S.K dest nîşan kir ku azmûn baş derbas bûye. Dûvre S.K axavtina xwe wiha domand: “Di gel mijarên zor û zehmet azmûn baş derbas bû. Min hewl da ku çi ji destê min tê ez bikim. Lê mijarên ku min nedizaniya jî gelek bûn.

Xwendekarekê qîz ya bi navê C.S yê jî diyar kir ku ev yek neheqî ye. Lewra ew mexdûr in. Her wiha C.S destnîşan kir divê ku piwanê zêde bidin wan. (ÎLKHA)



 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir