• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Heybet û quweta Mislimanan bi yekbûnê çêdibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Batmanê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi hezaran kesî bernameya Wîladeta Pîroz hatibû tertîpkirin ku seyda, rîspî û alimên ku tevlî bernamê bûbûn di derbarê bernamê de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re anîn ziman û diayr kirin ‘Madem em ummetek in wê demê pêwîst e ku em di îstîqameta talîmatên Resûlullah de bibin yek.’

Serokê Komîsyona Belavkirina Ilmê ya Cemiyeta Mustezafan Abdurrahman Îçlek di derbarê girîngîya bernameyên Wîladeta Pîroz a di Îslamê de axavtinek kir. Îçlek di axavtina ku kir de diyar kir: “Ev bernameyên ku ji bona pêxember tên tertîpkirin meşrû ne. Delîlê gelek aliman li ser van bernameyên Mewlûdê hene. Di van bernameyan de selewat têtin anîn, eşqa pêxember dikeve dilê ummet û însanan,.Bi vê wesîlê heyata pêxember tê xwendin. Hinek kes ji bona van bernameyan dibêjin haşa ev tişt bîdat in. Bîdat du cur in. Bîdatên bi xêr û bîdatên bi şer. Ev bernameyên ku têtin tertîpkirin bîdatên bi xêr in.Em hêvî dikin bi izna Xwedê ew ê ev bername bibin wesîleya hişyarbûna ummetê. Çawa ku Selahaddînê Eyyûbî bi van bernameyan  ummetê şiyar kiribe û Qudsê feth kiribe bi izna Xwedê bi heman awayî digel bernameyên ku  ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên tertîpkirin ew ê ummet şiyar bibe û ew ê ew Quds ji destê Xiristiyan û Cihûyan bê rizgarkirin.”

 “Heybet û quweta Mislimanan bi yekbûnê çêdibe”

Mela Seîdê Sûriyeyî jî di derbarê mijarê de diyar kir mewlûda Hz. Muhammed ji temamê mislimanan re nîmeteke mezin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em bi mewlûda pêxemberê xwe kêfxweş bibin. Tawsiye û talîmatên HZ. Muhammed ji bona yekbûna mislimanan e. Madem Hz. Muhammed digel rîsaleyek  hat, ew risale nîşan dide ku Misliman ummetek in. Madem em ummetek in pêwîst e em di îstîqameta talîmatên WÎ de bibin yek. Temamê dijminên me yek in. Misliman îro di nava zeîfiyekê de ne. Heger em Misliman jî nebin yek em ji vê yekê re mustehaq in. Heybet û quweta Mislimanan bi yekbûnê çêdibe. Kesên ku li ser rîsaleta Hz. Muhammed nebin yek di rêya şaş û xelet de ne.”

 “Xweda me hemûyan şiyar bike û wehdet û biratiyê nesîbê me bike”

Endamê Yekîtiya Medrese û Aliman Mela Sabrî Ortaç diyar kir ev bernameyên mewlûdê hêj berê ve di nava gel de wek esas û adetekî ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em van adet û esasan ji bîr nekin. Xelkê me yê heremê bi namûs û şerefa xwe navdar e. Divê dînê me ji bona me berî her tiştî be û divê em xwediyê şeref û namûs bin.Heger em li dînê xwe xwedî dernekevin em dibînin kafir û zalim çi tiştan tînin serê me. Xweda wehdet û biratiyê bike nesîbê me. Em binin yek lewra mukafata vê yekê him li axretê him jî li dinyayê heye.”

Her wiha ji alimên heremê Mela Mahmut Argun û Mela Emîn Ulutaş  jî di derbarê girîngîya bernameyên wîladeta pîroz de hest û ramanên xwe anîn ziman û peyama wehdet û biratiyê dan.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir