Serokê Bajarê Mêrdînê yê DBPê Ocalan hat binçavkirin
Li navçeya Qosera Mêrdînê Serokê Bajarê Mêrdînê yê DBPê Ocalan di operasyonên ku vê sibe hat lidarxistin de hat binçavkirin.
Hevserokê Bajarê Mêrdînê yê DBPê Omer Ocalan li navçeya Qosera Mêrdînê di operasyonên ku vê sibe hat lidarxistin de hat binçavkirin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin di derdora saetên sibe de ji teref polêsan ve li mala Hevserokê Bajarê Mêrdînê yê DBPê Omer Ocalanî ya ku di Taxa Îpeka ku girêdayê navçeya Qoserê de ye operasyon hat lidar xistin.
Ocalanê birin Midûrtiya Ewlehiyê ya Navçeya Qoserê. Hêj jî nayê zanîn ku Ocalan bi çi hincetê hatiye binçavkirin. (ÎLKHA)