• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Felaketa Çernobîlê di sala 30 yemîn de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro salwegera 30 yemîn a felaketa Çernobîlê ye. Hêj jî bondora eqîna Reaktora Hêzê ya Nukleerê ya ku bajarê Çernobîla Kîevê di 26ê Nisana 1986an de pêk hatibû tê axavtin.

Ew roj 31 kes mirin. Nêzê 3 milyon însan jî ya rasterast an jî nerasterast ji vî teqînê bandordar bûn.

Di encama ceribandina dereqanûnî de berê banê avahiya reaktore teqiya. Dûvre nîvê şevê di saet 01.23an de 2 teqînên mezin a li pey hev qewimî. Sotemeniya reaktorê hêj ku neheliya şekil guherand. Dûvre teqîna 2 yemîn a di giraniya hezar û 16 tonî teqiya. Wînca sotemeniya 200 tonî qulipî ser qelbê reaktorê. Bi vî şiklê dewreyên cemidandinê texrîb bûn û di 30 derên reaktorê de şewat derketibû.

Ev şewat nêzê 10 rojan domî û ev gazên bi jehr belavê atmosfere bû. Hat diyarkirin ev madeyên kîmyewî ya ku di tefandina şewatê de hatiye bikaranîn bes agirê jîr kiriye.

Di teqîna ewil de 31 kes mirin. Teknîkeran cirma vê xetayê bi jiyana xwe dan û ewrên radyoaktîfê ya kujer hêdî hêdî belavê ser herêmê bû. Gor Saziya Tendirustiya Cîhanê ev gazên ku li herêmê belav bûye 200 qat ji bombeyên atomê ya ku avêtibûn Hîroşîma û Nagazakiyê zêdetir bûye.

Rêjeya dûçarbûna pençeşêrê ya herêm û hawîrdara ku ev felaket qewimîbû gor herêmên din 10 qat zêde ye û hêj jî însanên vê herêmê ji vê yekê ber bandordar dibin.  

Ev radyasyona ku li herêm belav bû herî ewil li Swêdê hat tespîtkirin. Rêvebirên Swêdî bi ramana hebûna zûxavê tevger kirin. Di demekê kurt de hat zanîn ku ev yek zûxav nînin.

Yekitiya Tebîbên Tirk di sala 2006an de raporek bi navê ‘Pençeşêra li Tirkiyê ya piştî Bûyera Nukleera Çernobîlê’ amade kirin. Piştî qezayê belavbûna atmosferê ya çekirdekên radyoaktîfê bi pîvana cûr bi cûr belavê herêm bûye. Ji bo ku ji radyasyonê were parastin hinek tedbîr hatine hilanîn. Di bandora tenduristiyê de radyasyon dibe ku bibe sedema astimê. Bes di pençeşêra troîdê ya dewra zaroktiyê de zêdebûn heye. Ji bo zarok û mezinan nexweşiyên losemî û timura solîdê ber zêdebûnê ve naçe. Di derbarê vê yekê de biryara ku hatiye pejirandin tune.

Li Belarus, Ukrayna û Federasyona Ûris heta sala 2000 an nêzê 850 hezar û 500 kes dûçarê radyasyonê bûne.  

Tê ragihandin ku li Ukraynayê di 79 karkeran de radyasyona akutê hatiye tespîtkirin. Li herêmê 56 hezar û 377 kes hatine tehliyekirin. Ji van kesan 502 hezar û 377 zarok dûçarê radyasyonê bûne. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir