Operasyona `Saziya Paralelê`: 5 girtin
Li Afyonê di bergeha `Saziya Dewletê ya Paralelê` de di encama operasyonên ku hatin lidar xistin de 5 kes hatin girtin.
Li Afyonê di bergeha ‘Saziya Dewletê ya Paralelê` de di encama operasyonên ku hatin lidar xistin de ji 28 kesên ku hatibûn binçavkirin 4ê wî hatin serbest berdan û 24ê wî sewqê dadgehê kirin. Ji 24 kesan 5ê wî ji teref dadgehê ve hatin girtin.
19 kesên ku di nav wan de Serokê Odeya Ticaret û Pişesaziya Afyonê Mehmet Çarkgîl jî hebû bi şertê kontrola adliyê hatin serbest berdan. (ÎLKHA)