Agirî 'Rêberê Wehdet û Biratiyê' bi bîr anî
Li Agiriyê ji teref Koordînatoriya Rojhilat û Behra Reş a Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.
Li Agiriyê ji teref Koordînatoriya Rojhilat û Behra Reş a Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Rêberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin.Xelkê Agirîyê eleqeyeke zêde nîşanî bernamê da.
Berdevkê Partiyê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di bernamê de axavtinek kir.Yavuz di axavtina ku kir de balan kişande li ser zilmên ku li dewra cahiliyê de hatin kirin.
Yavuz diyar kir berî ku Hz. Muhammed biwelide li Mekke hovîtî û wehşet hakim bû. Yavûz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya hatine Resûlullah li Mekkê emniyet û asayiş tunebû, ewlehî û medeniyet tunebû.Di demeke wiha de Hz. Muhammed hat û temamê însanan vexwende yekîtiyê.Lewra ew projeya wehdetê ya însanetîyê û kaînatê bû.”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir em wehdetê dixwazin lê ev wehdet bê edalet nabe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heger em wehdetê dixwazin em mecbûr in ku vê edaletê tesîs bikin. Heger em dixwazin digel Tirk, Kurd, Ereb,Laz, Çerkez, Azerî û digel însanên ku ji 73 milletan pêk tê wehdetê pêk bînin û bibin yek divê em ji bona Xwedê îtaatî Resûlullah bikin.Divê em hêj biçûkayî ve Resûlullah bi zarokên xwe bi bidin naskirin.Heger em bi vî awayî hereket bikin ew ê civat islah bibe û nifşeke ku qenciyan bike ew ê mezin bibe.”(ÎLKHA)