2 esker jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa ku li Nisêbînê li eskeran hat kirin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û 3 esker jî birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji rexekî ve qedexe û ji rexê din ve jî pevçûn berdewam dikin.
Di operasyonên ku li taxên Firat û Dîcleyê tên kirin de teqemeniya ku ji teref PKKyiyan ve hatibû bicîkirin di dema operasyonê de hat teqandin.Di encama teqînê de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û 3 esker jî birîndar bûn.
Eskerên birîndar rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)