"Eşqa Muhammed seferberiya xêr û qenciyê ye"
Ji teref Koordînatoriya Bajêra Çepaxçûrê yê Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara 'Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed ' hat tertîpkirin
Ji teref Koordînatoriya Bajêra Çepaxçûrê yê Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed ‘ hat tertîpkirin.Bi deh hezaran kes beşdarî bernameya ku li Stadyuma Bajêr hat tertîpkirin bûn.
“Werin em temamên kesbên xwe di çarçoveya biratiyê de bihelînin”
Koordînatorê Bajêr ê Platforma Evîndarên Pêxember Cîhan Bozaba di bernamê de axavtinek kir.Bozaba di axavtina ku kir de li ser mijara ‘Rêberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ rawestiya û di derbarê biratiyê de wiha axivî: “Canno, xortno! Werin em cardin bibin bira.Em biratiya xwe dubara bikin.Werin em nefs û ezîtî, xurur û kîbr, meşrep û mezheb, ziman û rengên xwe bi kurtasî temamên kesbên xwe yên madî û manewî di çarçoveya biratiyê de bihelînin. Em wê îksîra ku ew ê di encama vê helandinê de derkeve ji xelkên Mustezaf û mezlûm re bixin derman.Weke ku Ustadê me yê ku bilbilê biratiyê ye gotiye ‘Werin em bibin fenafîl îxvan.’ Em di biratiyê de tune bibin da ku em bi biratiyê rabin ser xwe.”
Bozaba di berdewama axavtina xwe de diyar Platforma Evîndarên Pêxember wehya îlahî û sunneta seniyê di nava civakê de tetbîq dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ey aşiqên Pêxember.Platforma Evîndarên pêxember seferberiya xêr û qenciyê ye.Projeya îrşad û îhyayê ye, hereketeke biratiyê ye.”(ÎLKHA)