Bernameya Wîladeta Pîroz a Wanê bi coşeke mezin dest pê kir
Bernameya Wîladeta Pîroz a li Wanê bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir.
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Xaçerêya Qesra Çandê ya Wanê bernameya Wîladeta Pîroz tê tertîpkirin.Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.
Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm Mewlûda Şerîf hat xwendin.Li cihê bernamê hat dîtin ciwan û pîr, jin û mêr, pîr kal bi deh hezaran kes ber bi qada bernamê ve diherikin.
Bername ji Rehber TVyê zindî tê weşandin.(ÎLKHA)