Li ser rêbeja Mêrdîn- Diyarbekirê teqîn: 13 birîndar
Teqemeniya ku berî niha li ser rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta bizirx a polêsan de hat teqandin.Ji ber teqînê yek jê siwîl 12 polês tevde 13 kes birîndar bûn.
Teqemeniya ku berî niha li ser rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta bizirx a polêsan de hat teqandin.Ji ber teqînê yek jê siwîl 12 polês tevde 13 kes birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ji polêsên ku birîndar bûbûn 8 kes rakirina GATAyê.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin teqîn di navbera gundên Aşagikonak û Yeşîlkoyê de di derdora seat 13.00an de pêk hat.
Piştî teqînê li ser rêbejê rêzê dirêj ên wesayît çêbû.(ÎLKHA)