• DOLAR 32.54
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2454.82
  • ...
Hûrgiliyên bernameya Wîladeta Pîroz a Diyarbekirê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê dîmenên bernameya ku ji teref Platforma Evîndarê Pêxember ve li Diyarbekirê bi temaya ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’  hatibû tertîpkirin digel hûrgiliyan hat weşandin.

Coş û kelecana xelka ku beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bûbû ji teref kamerayên ekîba ÎLKHAyê ya ku ji 21 kesî pêk dihat ve hatin qeydkirin.Di dîmenan de tê dîtin xelk ji ber bernamê gelekî bi heyecan û kêfxweş e.

Xelkê Kurd ê ku ji ber pevçûn û şerên ku qewimîne mexdûr bûne û gelek êşên mezin kişandine  bi bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku di meha nîsanê de tên tertîpkirin hewl didin xwe bidin hev dû û cardin bi motivasyona manewî xwe bi jiyanê ve bigirin.

Di nava bernameyên ku tên tertîpkirin de yê herî mezin li Diyarbekirê hat tertîpkirin û ev bernamê ji teref sazîyên çapemeniyê yên nava welêt û derveye welêt ve hatin taqîbkirin.Peyamên ku ji vê meydanê hatin dayîn gihaştin temamê raya giştî ya dinyayê.

Di bernameya ku tê de peyama wehdet û biratiyê dihat dayîn de ÎLKHAya ku bi bi xebateke xurt bernamê taqîb dikir temamê dîmenên ku hatine weşandin û yên ku nehatine weşandin bi raya giştî re parve kir. Dîmenên ku ji teref ÎLKHAyê ve hatine weşandin ji destpêka bernamê heta dawîbûna bernamê berdewam dikin.Di fotografên ku hatine weşandin de dîmenên balkêş jî hene.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir