• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Hazroyê coşa Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Hazroyê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.Xelkê navçê eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da.

Bernameya Wîladeta Pîroz bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir û bilevkirina îlahîyan berdewam kir.Piştî îlahîyan Mewlûda Şerîf hat xwendin.

Dû re ji alimên heremê Mela Munîr Şanli axavtinek kir. Şanli di axavtina ku kir de diyar kir  Resûlullah dema ku hewl dida peyama Xweda belav bike gelek dewlet jê re dijmintî kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê belê Resûlullah di wê demê de gavekê jî bi paş de neavêt û netirsiya û got ‘Bes ku bila Rebbê min ji min razî be.’ Heger çavên Pêxemberê me di malê dinyayê de bana ew ê wan şertên ku muşrîkan jê re pêşkeş kiribûn qebûl kiribana.Lê Resûlullah li dijî daxwaz û xwestekên muşrîkan wiha got ‘Heger hûn tavê bixin destê min a rastê û heyvê jî têxin destê min ê çepê ez dê dev ji vê dozê bernedim. Ez ê ferman û emrên Rebbê xwe ji ebdên Wî re bigihijînim.Çi bê serê min bila were , ez ê sebir bikim.’ Pêxemberê me bi vî awayî dînê biratî û tewhîdê li temamê dinyayê belav kir.”

Mela Şanli di dawiya axavtina xwe de diyar kir Mislimanên ku wê demê dijiyan bi can û malên xwe li Resûlullah xwedî derketin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê em gelekî ji Pêxemberê xwe hez bikin. Heger îro em ne di rêya Wî de bana û jê bawer nekiribana dibû ku em jî weke hinek însanan ji çêlek û putan re îbadet kiribana.Hemd ji Xweda re ku me Wî nas kir û dînê ku Wî anîbû em hîn bûn. Ew a niha di jiyana me de ye. Heger em a niha ji Resûlullah ji jiyana xwe derxin ew ê çi maneya heyata me bimîne.”

Bername bi xwendina duayan bi dawî bû.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir