2 kesê ku di Mewlûdê de propagandaya PKKê kirin hatin tewqîfkirin
Di wan rojên borî de li navçeya Hezexa Şernexê ji bona PKKyiyên ku hatibûn kuştin mewlûd hatibû xwendin û di vê mewlûdê de ji ber ku propagandaya PKKê hatibû kirin 6 kes hatibûn binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji van 6 kesên ku hatibûn binçavkirin 3 kes hatine serbestberdan û Xelîl Dayan jî bi şerta kontrola adlî hatiye serbestberdan.
Her wiha hat hînbûn Serokê MEYA-DERê Qasim Yîgît û ji îdarevanên komelê Alî Nas ji ber kirina propagandaya PKKê hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)