• DOLAR 32.588
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2464.412
  • ...
Ji bona Kîlîsiyan çareyeke tenê heye: Terikandina bajêr
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn ji roja ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kiriye vir ve Kîlîs dibe hedefa roketan ku heta niha nêzî 50  roketî ketin nava bajêr ku ev jî bû sedema mirî û birîndaran.

Di nava van 4 mehên dawî de 30 roket îsabetî nava bajêr kirin ku ev roket bûne sedema mirina 5 jê Sûriyeyî tevde 12 kesan.Her wiha ji ber roketan gelek mizgeft, mal û dibistan jî zirar dîtin.Ji ber ketina roketan xelkê Kîlîsê ji kesên rayedar xwestin demildest ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin.

Herî dawî ji ber ketinên roketan xelkê bajêr çare di terikandina bajêr de dibînin.Lewra êdî xelk nema diwêre ji malên xwe derkevin derve.

Em êdî nizanin bombe dê kengî bikevin, em ji tirsan nikarin di malên xwe de rûnin

Kesa bi navê Sittî Durna a ku ji ber ketine roketan di mala wê de tahrîbat pêk hatibû di derbarê mijarê de diyar kir dema ku roket ketiye ew ne li mala xwe bû û dû re wiha pê de çû: “Ev bû çend roj ku roket ketine û mala min jê zirar dîtiye. Lê belê kesên rayedar hê nû tên mala min.Ewlehiya canê me tune ye. Em ditirsin ku têkevin mala xwe.Em ê biçin kû derê. Em ji tirsa newêrin di malên xwe de rûnin, lewra em nizanin ew ê çi wextî roket bikevin.Her wiha em nikarin zarokên xwe bişînin mektebê. Divê ji vê yekê re çareyek bê dîtin. Ma ne heyfa van însanan e?”

Ji bilî vê yekê kesên bi navê Selahattîn Kelametoglu, Bahar C., Ahmet Gezer û Hasan G. jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn ziman û qala rewşa ku ew tê de ne kirin.Her wiha ev kes diyar kirin bila kesên rayedar ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir