• DOLAR 32.488
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2441.481
  • ...
Mizgefta Hz. Sileyman piştî çend mehan ji îbadetê re hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn ji ber pevçûn û qedexeyan li Mizgefta Hz. Sileyman îbadet nikaribû bê kirin.Piştî ku pevçûn qediyan re  mizgeft ji bona îbadetan hat vekirin.

Mizgefta Hz. Sileyman a ku  ji roja ku Diyarbekirê hatiye fethkirin heta roja me ji bona Mislimanan pir bi qedr û qiymet e û hê jî di nav xelkê de girîngî û ehemmiyeta xwe mihefeze dike piştî 5 mehan ji îbadetê re hat vekirin.Mizgefta Hz. Sileyman a ku ji sembolên Diyarbekirê ye di nava salekê de teqrîben ji teref 100 hezar kesî vê tê ziyaretkirin ku di hewşa mizgeftê de 27 sahabiyên ku di dema fetihkirina Diyarbekirê de şehîd bûne  metfun in.

Ji ber ku mizgeft cardin ji îbadetê re hat vekirin Diyarbekirî pir kêfxweş bûn û temennî kirin da ku cardin pevçûn û şer dernekevin.

Nurettîn Buyumê ku di derbarê rewşa mizgeftê de axivî diyar kir girtina mizgeftê tiştekî xelet e, divê qedr û qiymeta vê mizgeft û van sahabîyan bê zanîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim ji kesên ku tên turbeyan ziyaret dikin re çend tiştan bibêjim. Bila ew kesên ku tên vê derê ji turbeyan tiştekî hêvî nekin.Pêwîst e ku dua bikin û ji Xweda bixwazin.Ji turbeyan hêvî kirina tiştekî xelet e.Divê mêvan li gor hewaya manewî ya camiyê hereket bikin.”

Buyum di dawiya axavtina xwe de diyar kir  divê qedr û qiymeta vê mizgeftê û sahabiyên lê bê zanîn û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heger em qedr û qiymeta vê derê nizabin wê demê tu kes vê yekê dê nizanibe.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir