• DOLAR 32.585
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2460.541
  • ...
Walîtî di derbarê qamyoneta bombebarkirî  de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîtiya Wanê di derbarê qamyoneta bombebarkirî ya ku li navçeya Erdîşê hat tespîtkirin ku yê PKKê bû de daxuyaniyekê nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama xebatên îstîxbaratê de hatiye tespîtkirin ku ev wesayît adê PKKê ye. Her wiha hat diyarkirin ev ji bo ku di çalakiyên bombeyî yên PKKê de were bikaranîn hatiye amadekirin.

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku ev qamyonet li ser Rêbeja Erdîş-Patnosê ji teref leşkerên ku girêdayê Fermandariya Cendirmê ya nevçeya Erdîşê ye ve ji bo ku bisekine hatiye îqazkirin. Lê qemyonet nesekiniye. Piştî vî yekê tekerê wesayîtê hatiye teqandin dûvre wesayît sekiniye.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Piştî ku ajovanê qamyonetê diyar kir ku qamyonet ji bombeyan dagirtiye Rêbeja Erdîş-Patnosê ji trafîkê re hatiye asêkirin. Her wiha ji bo ku kesên çalakvan werin girtin operasyon destpê kiriye.”

Di tehqîqata ku hat kirin de hat diyarkirin ku 25 tûpên senayiyê yên ku serê wan birîtiye, 25 bîdonên ku di nav de sotemenî, amonyum nîtrat hebû hatiye bidestxistin. (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir