• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Em edaleta rastî dixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doza Yasîn Boru û ya hevalên wî ya ku di Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de dihat dîtin û her wiha 17ê wî girtî bi tevahî 34 bersûcên ku dihatin darizandin dadgehê taloqê 6ê Hezîranê kir.

Xizmên mexdûr, siyesetmedar û nivîskarên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ku edaleta rastî dixwazin.

Hasan Gokgozê bavê Mehmet Gokgozî diyar kir ji ber ku doz wek girtî tê dîtin ew gelek aciz in. Bi vê biryarê re dadgeh ceza dide wan mexdûran.

Gokgoz diyar kir dixwazin ku edalet ciyê xwe bigire. Dûvre Gokgoz wiha pê de çû: “Çawa ku em dixwazin dadgeh wisa nînin. Doz wek girtî tê dîtin. Bi vê yekê re jî em tên cezakirin. Em edaleta rastî dixwazin. Em dixwazin ku ev bersûc werin darizandin. Çawa ku cezaya giran dan qetîlên Ozgecan em dixwazin ku cezayekê wisa jî bidin van bersûcan.”

 “Li dadgehê şano tê lîstin”

Oztekîn Dakakê bavê Huseyîn Dakakî wiha axivî: “Li dadgehê şano tê lîstin. Senaryo dane desten qetîlan. Li ser vê senaryoyê diaxivin. Pirsên ku dipirsin û bersîvên van pirsan wekê yen zarokan in. Parêzerên ku bersûcan diparêzin ji ser vî xwînê nan dibin malên xwe. Ew parêzer nanên bi xwîn didin zarokên xwe. Înşaellah dê Selahattîn Demîrtaş jî were darizandin.”

 “Divê ku xwedî li vê dozê derkevin”

Fîkrî Boruyê bavê Yasîn Boru destnîşan kir divê ku ev doz ji teref herkesî ve were şopandin. Dûvre Fîkrî Boru wiha pê de çû: “Dadgeh dozê taloqê 6ê Hezîranê kir. Dê em şopînerê vê dozê bibin û dê em dev ji tekoşîna xwe bernedin. Ez ji kesên ku piştgirî didin me re teşekur dikim. Rastî pêwîst e ku xwedî li vê dozê derkevin. Her wiha bila desthilatdar jî wezîfa xwe bînin cî.”

 “Ev doz ji sînorên Tirkiyê derketiye, ji raya giştî ya cîhanê re bû ye mal”

Parlementerê Kevn yê Mêrdînê Abdurrahîm Akdag belav kir ku Doza Yasîn Boru û ya hevalên wî ji sînorên Tirkiyê derketiye, ji raya giştî ya cîhanê re bû ye mal. Her wiha Akdag diyar kir ku di dozê de kêmasî hene. Dûvre Akdag wiha pê de çû: “Şehadeta Yasîn Boru û ya hevalên wî di dîroka herêmê de sembola mexdûriyet û belengaziyê ye. Divê ku em eleqedarê vê dozê bibin. Ji bo ku bûyerekê wiha carek din neqewime divê ku edalet ciyê xwe bigire. Tiştên ku min di çapemeniyê de dîtiye di dadgehê de hinek pirsgirêk çêbûne. Daxwaziya me ew e ku edalet ciyê xwe bigire.”

 “Heke edalet pêk neyê wî çaxê edalet dê bikeve destê welatî û hereketên siyasî”

Lêkolîner û Nivîskar Ridvan Atabey jî belav kir ku bûyerên 6-8ê Cotmehê li ser Tikiye û Kurdistanê lîstik dihat lîstin.

Atabey wiha axavtina xwe domand: “Di dawiya bûyerên 6-8ê Cotmehê de 50 însanên belengaz û mesûm jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên 6-8ê Cotmehê gelek xedar û bi jan bû. Gor min Yasîn Boru şehîd e û mezlûm e. Dadgeh mecbûr e ku biryarekê adilane ji vê dozê derêxe. Heke di vî dozê de edalet pêk were dê baweriya gel a ji edaletê re zêde bibe. Heke edalet pêk neyê wî çaxê edalet dê bikeve destê welatî û hereketên siyasî.” (ÎLKHA)



 















Bu haberler de ilginizi çekebilir