• DOLAR 32.428
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2443.651
  • ...
 "Yasîn Boru lawê Ummetê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 5 emîn a Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî di Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat dîtin. Ji bo ko vê dozê bişopîne Ahmet Gundogduyê Parlementerê Enqerê ya AK Partiyê çû dadgehê û li wir diyar kir ku Yasîn Boru û hevalên wî lawên Ummetê ne.

Gondogdu dauyar kir ku Doza Yasîn Boru wek doza belengazî mesûmiyetê pejirandine. Dûvre Gundogdu wiha pê de çû: “Em vê dozê wek doza kesên ku dijê şaristan û medeniyeta me ne dibînin. Ji ber vê yekê em ji bo Yasîn Boru û hevalên wî edalet dixwazin.”

 “Bila kesên ku vê yekê dane kirin werin darizandin!”

Gondogdu diyar kir divê kesên ku vê yekê dane kirin werin darizandin. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ez jî wek raya giştî hêvîdar im ku ev doz bes bi kesên ku îfade didin re sînordar nemîne. Em dibêjin pêwîst e kesên ku beriya bûyerên 6-7ê Cotmehê gel sewqê kuştinê kirine jî werin darizandin. Heke ev kes jî neyên darizandin, heke raya giştî nebîne ku HDP dijminê dîn û milet e ev kêmaniyekê gelek mezin e. Înşaellah dê di nişitina dê di meha hezîranê de were dîtin qetîlên Yasîn Boru û yên hevalên wî çi cezayê heq dikin bibînin. Her wiha gor qanûnên me jî qasê ku yên dikujin yên ku didin kuştin jî sûcdar in. Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku kesên li dijî Îslamiyetê ne û van kesan kuştine jî werin darizandin.”

Gondogdu got: “Xwedê Teala ji van kesên ku xwedî li vê dozê derdikevin razî bibe.Yasîn Boru û hevalên wî zarokên me ne. Yasîn Boru û hevalên wî lawê Ummetê ne. Em van qetlîeman şermezar dikin. Înşaellah dê edalet di darbarê vê dozê de biryarekê adilane bide û bi vê yekê re wîjdana raya giştî, wîjdana milet, di serî de malbatên Yasîn Boru û hevalên wî her kesî dil rehet bike. Xwedê Tala ji kesên ku xwedî liv ê dozê derdikeve û Yasîn Boru û hevalên wî wek zarokên xwe dihesibîne razî bibe.” (ÎLKHA)


 









Bu haberler de ilginizi çekebilir