• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Meseleya Mislimanan pêwîst e ku Misliman çareser bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya 13emîn Zîrveya Teşkîlata Îslamê de digel Sekreterê Giştî yê ÎÎTê Îyad Emîn Medenî  li Navenda Kongreyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar da.

Serokkomar Erdogan di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ‘Çima em meseleya Mislimanan hawaleyî kesên ne Misliman dikin? Meseleya Mislimanan divê Misliman çareser bikin."

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir wan Zîrweya Stenbolê ji bona edalet û aştiyê bi mijara yekîtî û piştevantiyê tertîp kirine û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke yekîtî û piştevanî tunebe edalet û aşîtî nayê tesîskirin. Nêrîn û fikra me ya yekîtiyê divê em li ser wehdeta ku ji kesretê tê ava bikin. Heke em bi cudatiyên xwe ve bi ser nekevin û nebin yek, em wek Misilmanan nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir: “Welatên Îslamê yên ku  mîratgirên medeniyeteke li ser sutûnên aştî û edaletê ava bûne îro bi şerên navxweyî, bi şer û pevçûnan, bi taassuba mezhebî û bi terorê tên bîranîn ku ev yek jî me xemgîn û mehzûn dike. Heger hûn bala xwe bidine a niha zehmetiya herî mezin a ku em tê de ne çi ye? Em karin vê din bin 3 sernavan de diyar bikin. A yekem mezheperestî, ya duyem nîjadperestî û ya sêyemîn jî teror e.Ev dibin sedama  zeîfbûna me û herika xwîna me.”

“Ji sedî 80ê nefta li Iraqê kesên ku midaxeleyî Iraqê kirin di nav xwe da parve dikin”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de pirs kir ‘Em çima meseleyên misilmanan hewaleyî kesên ku ne Misilman in dikin?’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê Misliman meseleyên xwe çareser bikin. Divê Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê çareser bike. Ez bi şikleke eşkere dibêjim. Bala xwe bidin ser tiştên ku li welatên  Îslamê diqewimin. Welateke  ku ber bi yekîtî, aşîtî, hevkarî û encamekê ve diçe tune ye ango yek ji wan jî bi ser nakeve.  Çi tê kirin hûn dizanin? Li ku neft û dewlemendî hebe, bi ser wir de diçin. Ji sedî 80ê nefta li Iraqê kesên ku midaxeleyî Iraqê kirin di nav xwe da parve dikin. Ji sedî 20 ji xelkê Iraqê re maye. Gelê Iraqê nikare yê ku maye jî di nava xwe da parve bike."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir