Zarokê ku li Hezexê jiyana xwe ji dest dabû spartin axê
Zarokê bi navê Hîdayet Tek di hewşa mala xwe de bombe dîtibû û ji ber ku bombe di destê wî de teqiyabû ew giran birîndar bûbû ku hat hînbûn Tekdal jiyana xwe ji dest da.
Hidayet Tekdalê 4 salî yê ku ji ber teqîna bombê jiyana xwe ji dest dabû duh di derdora seat 14.00an li gundê Sirtkoyê hat definkirin.
Her weke ku tê zanîn dema ku Tek li hewşa mala xwe bû bombeyek dîtibû û ew bombe di destê wî de teqiyabû.Ji ber teqîna bombê Tek giran birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê duh di wextên şeveqê de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)