• DOLAR 32.443
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2441.89
  • ...
Li Zêrcîlê coşa Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ a ku ji teref Koy-Derê ve hat terîpkirin bi coşeke mezin hat pîrozkirin.Xelkê gund eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi levkirina îlahîyan berdewam kir.Her wiha di bernamê de Mewlûda Şerîf jî hat xwendin.

 “Hz. Muhammed di navbera însanan de yekîtî û biratiyê tesîs kir”

Di berdewama bernamê de Mela Taceddîn Topaloglu di derbarê biratiya Îslamê ya di jiyana  Hz. Muhammed de axavtinek kir.Topaloglu di axavtina ku kir de diyar kir Xweda Teala di Qur’anê de temamên însanan dawetî yekîtiyê dike û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em digel hevdû xwe bi tayê Xweda Teala bigirin û divê em ji hevdû belav nebin. Xweda Teala wê ayeta yekîtî û digelheviyê ji ber bûyereke muhîm nazil kir.  Li Medînê bi navê Evs û Hazreç du qebîleyên navdar hebûn. Ev her du qebîle bi sedan salan bi hevdû re şer kiribûn. Ji ber şer û pevçûnan  ji her du rexan jî gelek kuştin çebûbûn. Rêber û serokên wê demê nikaribûn vê xwînê bisekenin. Bi hatina pêxemberê Îslamê ev her du qebîle bûn misliman.Bi vî awayî ew kîn , buxz û adaveta di navbera her wu qebîleyan de ji rastê rabû.Hz. Muhammed di navbera du qebîleyan de yekîtî û digelheviyê tesîs kir.”

Topaloglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê em di biratiyê de werin digel hev û bibin yek û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em bi rêbertîya Hz. Muhammed werin ba hevdû ew ê wê demê Xweda Teala şeref û izzetê bide me.Heger em peyamên Hz. Muhammed di nefs, mal, tîcaret û îdarevantiyên xwe de tetbîq bikin ew ê xweşikbûn û adalet were.Ew ê hêstirên dê û bavên nema biherikin.” (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir