Li Şernexê çekên di bin erdê de veşartî hatin dîtin
Li navçeya Silopiya Şernekê çekên ku ji teref PKKyiyan ve hatibûn binaxkirin hatin dîtin.
Li Silopiya ku qedexe û operasyon didomin de di dema lêgerînan de wek di bin axê de veşartî çekên aydê PKK bûn hatin dîtin.
Her wiha di lêgerînan de tunelên PKKyiyan hat dîtin. Di operasyonan de çekên ku ji teref PKKyiyan ve hatibû binaxkirin hat dîtin. Di bin rêyan de teqemeniyên ku hatibûn bicî kirin hatin tespîtkirin. Dûvre hatin îmhakirin û tûpên ku wek amûr ji bo teqemeniyan hatibû bikaranîn hatin dîtin.
Her wiha hat dîtin ku PKKyiyan ji bo çûn û hatinê di malan de tunel vekirine. Ji ber van tunelan mal êdî nayên bikaranîn. (ÎLKHA)