• DOLAR 32.489
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2441.803
  • ...
Kesê ku qetîlê Ozgecanê kuşt anîn dadgehê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bersûc Gultekîn Alanê (46) ku li Girtîgeha Kurkçulera Edenê bi çekê Ahmet Suphî Altindokenê ku kujerê Ozgecan Aslanê kuştibû û 4 kesên ku tê gumankirin alîkariya wî kirine piştî lêpirsînê wan anîn Dadgeha Edenê.

Wekê kut ê zanîn Ahmet Suphî Altindoken, li Mêrsînê xwendekarê zanîngehê Ozgecan Aslanê kuştibû. Ji ber vê yekê cezaya sermedî sitandibû û çend roj berê Ahmet Suphî Altindoken di girtîgehê de hatibû kuştin û bavê wî jî hatibû birîndarkirin. Lêpirsîna di derbarê vê êrîşê de didome.

Di bergeha lêpirsînê de lêpirsîna bersûc Gultekîn Alan û G.B, H.B, H.A.O. û F.Y yên ku tê idîakirin têkiliya wan bi bûyerê re heye qediya. Hat ragihandin piştî ku kontrola wan ên tendirustiyê hat kirin ji bo îfadeyê wan birin Dadgeha Edenê.

Her wiha Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag di derbarê bûyerê de daxuyanî da. Bozdag diyar kir elamet didin nîşandan ku dabance ji teref wezîfedarekê ve têketiye hindir. Her wiha di bergeha lêpirsînê de 2 midûrên girtîgehê û 3 wezîfedarên girtîgehê hatine tespîtkirin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir