• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Divê dev ji êrîşa wesayîtên bombeyî were berdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîşa bombeyî ya li Hêne pêk hatiye dide nîşandan ku doza tûndiyê roj bi roj zêdetir dibe. Divê ku dev ji êrîşa wesayîtên bombeyî yên li qadên ku însan dijîn de pêk tên dev were berdan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pêvajoya şerê de gel di nabeyna du agiran de maye. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Bi şerên ku di nabeyna PKKê û dewletê de dest pê kir û ev şerên ku rêxistinê kişand nav bajaran re gel ma di nabeyna du agiran de. Ev yek hêj jî didome. Herî dawî êrîşa bombeya ya ku doh bişev di derdora saet 23.10an de li navçeya Hêneya Diyarbekirê pêk hatiye dide nîşandan ku doza pevçûnan zêdetir bûye.”

Bi vedana çalan, bicîkirina taqînan, êrîşên wesayîtên bombeyî re qesta gel tê kirin

Di daxuyaniyê de dûbare hat bibîranîn kuji ber pevçûnên herêmê gel ji mal, war û canê xwe bûye. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat dastnîşankirin: “Pevçûnên ku ji Tîrmeha 2015an pê ve dest pê kiriye bi taybet di herêma me de şer qewimîne. Ji ber vê yek gelê me ji her aliyê ve bi şiklekî neyînî bandordar bûye. Ev yek hêj jî didome. Ji ber ku rêxistinê şer kişandiye nav bajêran, taxan kiriye wek kozik, li ber malên gel çal hatiye vedan û berîqet hatiye saz kirin, her derê bombe hatiye bicîkirin û di bajaran de çalakiyên bombeyî tê lidarxistin gelê me tirsiyaye. Bi vê yekê re gelê me ji mal, war û canê xwe bûye.”

 “Pevçûn, dîrok û xatiratên însanên me ji holê radike”

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku bi qadên cihnişînan re dîrok û xatiratên însanan jî ji holê radibe. Daxuyanî wiha hat domandin: “Piştî ku PKK şer kişand nav bajêran û çalakiyan pêk anî dewlet jî bi çek û tankan midaxale kir. Ev yek jî bû sedema texrîbata tax û bajarên me. Pevçûn, dîrok û xatiratên însanên me ji holê radike. Rêxistin roj bi roj bi êrîşê bombeyî re pevçûnên herêmê berfireh dike. Ji ber vê yekê nişteciyên navçeyan ji berk u naxwazin şer têkeve nav kolan û kûçeyên wan gelek nerehet in û naxwazin ku mal, kûçe û taxên xwe terk bikin.”

 “Ji bo ku gelê ne alîgirê şerê ne û mîlîtanên rêxistinê werin hemberê hevdû deng nayê kirin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo ku gelê ne alîgirê şerê ne û mîlîtanên rêxistinê werin hemberê hevdû deng nayê kirin. Dûvre wiha hat belavkirin: “Hewl didin ku gelê ne alîgirê şerê ne û mîlîtanên rêxistinê werin hemberê hevdû. Malên gel tên xespkirin. Li ber malan berîqet tên sazkirin û çal tên vedan. Dema ku ev yek jî tê kirin hestiyarên gel tên pişguh kirin û hewl didin ku gel û rêxistinê rû birû bihêlin.”

“Divê kes û saziyên ku nêzê rêxistinê ne ji vê siyaseta ku zirarê dide mal û canên gel re bibin manî”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dev ji êrîşa wesayîtên bombeyî yên li qadên ku însan dijîn de pêk tên dev were berdan. Dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Rêvebirên rêxistinê di gel van mexdûriyet û kul û kederan nayên dîtin û ev yek wek serkeftin tê hesibandin. Her wiha hewl didin ku qada şerê berfirehtir bibe. Faydeya vê yekê ji gel re tune. Divê rêxistin dev ji van êrîşên bombeyî yên ku can û malên gel têxe xeterê werin terkkirin. Divê kes û saziyên ku nêzê rêxistinê ne ji vê siyaseta ku zirarê dide mal û canên gel re bibin manî. Di derbarê vê yekê de divê ji destê kî çi tê bike.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir