• DOLAR 32.587
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2462.618
  • ...
Gelê Sûrê bendewar e ku vegere malên xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Diyarbekirê li 5 taxan qedexe didome. Hinek malbat ji ber ku ji teref qeymeqamtiya navçeyê ve destûr hatiye dayîn malên xwe dîtin. Hinek malbat jî bendewarê daxwaznameyê ne ku were qebûlkirin da biçin malên xwe bibînin.

Piştî 120 rojên pêvajoya qedexê hêj jî di hinek taxên Sûrê de qedexe didome. Nişteciyên vê taxê wek ‘Edî bes e! bila qedexe werin rakirin ku em vegerin malên xwe.’ bertek nîşan da.

Di şerê Sûrê ya ku 120 rij domî de nêzê 50 hezar kes mexdûr bûn. Hinek malbatên Sûrê yên ku di taxên wan de qedexe didome diltirs in ku malê wan xirab bibe. Ji ber vê yekê wan diyar kirin ku dixwazin vegerin malên xwe.

Mamê Şenol diyar kir ku mala wî di Taxa Fatîh Paşayê de ye. Ew hatiye ku lê mêze bike gelo zirar di mala wî de pêk hatiye an ne. Lê polês destûr nedaye wî ku biçe mala xwe bibîne.

Şenol destnîşan kir ku polêsê jê re gotiye hêj dor nehatiye we. Ji ber vm yekê destûr nedate wî. Dûvre Şenol axavtina xwe wiha domand: “Ji me re gotin dema ku dor hat we dê em bang li we bikin. Gor nimreyên kûçeyan bang li me dikin. Em bendewar in gelo mala me xirab bûye an ne. Gelo eşyayên me li wir in? Hatiye dizîn an ne? Em dê biçin bibînin. Cil û bergên me ji xeynê yên ser me tune. Em mexdûr in. Bila demildest ev qedexe werin rakirin ku em vegerin malên xwe.”

 “Vê gelê xistin çi halê”

Ji nişteciyan Yilmaz Kutluay diyar kir ku wî daxwazname daye Qeymeqamtiya Sûrê. Lê dor nehatiye wî. Kutluay destnîşan kir ku dixwaze bibîne gelo mala wî xirab bûye an ne. Dûvre Kutluay axavtina xwe wiha domand: “Dê di hilbijartinekê din de jî werin ji me ray bixwazin. Ev bes ji bo rayê rewşa gel dipirsin. Vê gelê xistin çi halê. Em ji malên xwe bûn û têketin kolanan. Her tiştên me di malê de ne. Dema ku em ji malê derketin bes libasên li ser me bi me re bû. 4 meh e ku em cem xizmên xwe dimînin.”

 “Dewlet alîkariya kirê birî”

Ji nişteciyan kesekî ya ku navê xwe nexwest bide wiha axivî: “Serokwezîr ji me re got ku dê salekê alîkariya me bike. Lê piştî meh nîvê dewlet alîkariya kirê birî. Ji ber ku lawê min ji ÎŞKURê hilanîn îşê alîkariya kirê birîn. Lê kirêya alîkariyê yên hinek kesan jî birine. Bila dewlet mexdûriyeta me demildest çareser bike.” (ÎLKHA)



 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir