Bi wesayîta bombebarkirî êrîş li qereqola cendirmeyan hat kirin
Li navçeya Hêneya Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî Qereqola Cendirmeyan hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 6 jê giran tevde 30 kes jî birîndar bûn.Hat ragihandin kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Eskeriyê ya Diyarbekirê.
Li gor agahiyên ku hatin wergirtin wesayîta bombebarkirî ji qereqolê 100 di metro dûrahiyê de hatiye înfîlaqkirin.Di encama êrîşa ku hatiye kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 6 jê giran tevde 30 kes jî birîndar bûn.
Hat hînbûn ji ber tesîra teqînê li navçê ceyran qut bûne û di gelek dikanan de xisar pêk hatiye.Her wiha hat ragihandin ji ber teqînê hinek mal hilweşiyane û çend kes jî di bin van malan de mane.Tesîra teqînê her wiha ji gundên derdorê jî hat hîskirin.
Hat hînbûn gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatine kirin û li heremê jî tevlî beşdarbûna helîkopteran operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.(ÎLKHA)