• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Li Gundê Cewzê bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îrşad-Dera Hêneyê ya ku gêrêdayê Platforma Evîndarên Pêxember e li Gundê Cewza Hêneya Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Nişteciyên taxê beşdarê bernamê bûn.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û lijneya pê re beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz ya ku li Gundê Cewza Hêneyê hat lidarxistin bûn.

Ji rêvebirên Platforma Evîndarên Pêxember Muzafer Karavîl di bernamê de axivî. Karavîl destnîşan kir ji bo ku dawî le tefrîqeyan were divê ku mirov di nav wehdet û biratiyê de bijî. Dûvre Karavîl axavtina xwe wiha domand: “Çawa ku 14 qern berê dinya di tarîtî û zilmê de bû û ev yek bi Hz Muhemmed (rxl) rûnî bûye di qerna 21 emîn de jî bes nûra Hz Muhemmed (as) vê zilm û tarîtiyê ji holê radike.”

Dûvre Lêkolîner û Nivîskar Cengîz Aydin axivî. Aydin wiha destnîşan kir: “Li vir me nimêja înê kir. Mescîdên din hatin asêkirin. Di gundekê Hêne de sinetek wiha tune. We bi îhyakirina vê sinetê re wehdetê da dîşandan. Xwedê Teala wehdetekê wiha bike nesîb. Vir warê hafiz û aliman e. Em bibin mihafizên ilmên ku me hifz kiriye û ji her çar terefan ve piştgirî bidin Îslamê. Dema ku hewce bike em canê xwe fida bikin.”

Ji gotarvanek din Abdulazîz Topkaya wiha axivî: “Ji ber ku em ummeta Hz Muhemmed (rxl) in divê ku em emrê qenciyê bikin û gel ji xirabiyê dûr bikin. Heke em ji ummeta Wî ne divê ku em vê yekê bikin.” (ÎLKHA)



 















































































Bu haberler de ilginizi çekebilir