• DOLAR 32.579
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2457.697
  • ...
Ji dikandarên Diyarbekirê ji bona Wîladeta Pîroz fiyetdaxistina taybet
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê gelek dikandar ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed Mustafayê ronahiya her du aleman di tiştên ku di dikanên xwe  difiroşin de fiyetan daxistin.

 Dikandarên Diyarbekirê di derbarê mijarê de diyar kirin ew her sal di vî wextî de heta ku ji destên wan de tê van kampanyayan çêdikin û dûvre wiha gotin’Divê hemû esnaf beşdarî vê kampanyayê bibe.Em ê her sal vê kampanyayê tertîpbikin.”

Dikandarê bi navê Ahmet Şenol ê ku li Baglarê dikandariyê dike di derbarê kampanyaya ku wan daye destpêkirin de diyar kir ev kampanyê ji teref xelkê ve tê meraq û taqîbkirin.

“Em hewl didin da ku jiyana mînak a Hz. Muhammed bê xwendin”

Şenol di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew vê kampanyayê bi taybet ji bona wîladeta pîroz tertip dikin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji ber minasebeta ji dayîk bûna Hz. Muhammed Mustafa di meha nîsanê de di bihaya temamê tiştên firotinê de ji sedî 10 daxistinê dikin. Em bi vê kampanyayê armanc dikin da ku Hz. Muhammed û doza wî di rojevê de bigirin. Em hewl didin da ku heyata wî ya mînak bê axavtin û zêdetir bê bîranîn.Armanca me ew ê ku em hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed têxin dilan.”

Şenol diyar kir berî ku kampanya dest pê bikin însan dihatin û dipirsîyan gelo ew ê kampanyaya Wîladeta Pîroz kengî dest bike û dûvre wiha pê de çû: “Xelkê me ji temamê dikandaran teleb dike da ku kampanyayên mîna van bidin destpêkirin.Ez bi xwe bi şikleke bêsebr li benda Wîladeta Pîroz a ku ew ê li Diyarbekirê bê tertîpkirin disekinim.Bi izna Xweda ez û malbata xwe em ê di wê rojê de li wê meydanê bin.”

“Pêwîst e ku her mislimanan hewl bide da ku Hz. Muhammed nas bike û bide naskirin.”

Dikandarekî bi navê Osman Beyaz jî di derbarê mijarê de diyar kir pêwîst e ku li erdnigarîya Îslamê kampanyayên mîna vê bên tetîpkirin û dûvre hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Pêwîst e ku her mislimanan hewl bide da ku Hz. Muhammed nas bike û bide naskirin.Xweda  Teala bi pêxemberê me, rêya rast nîşanî însanan daye.Ji ber vê yekê divê em wê rêya rast  bi şopandin û taqîbkirina rêya pêxemberê me bibînin.Ji ber vê yekê temamên esnafan divê berpirsiyara ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin.Çawa ku ji ber minasebeta salsala ku ji teref Xiristiyanan ve pîroz tê hesibandin de kampanya tên kirin bi heman awayî divê ji ber minasebeta wîladeta pêxemberê me jî kampanya bên tertîpkirin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir