Akşener: Adelet bingeha hakimiyetê ye.
Mixalifên sereke yên MHPê kêfxwexweşiya qerara komcivînê ya ku ji teref mehkemê ve hatiye dayîn dijîn.
12emîn Mehkemeya Sulha Hiqûqê ya Enqerê ji MHPê re qayyûm tayin kiribû ku bi vê yekê ji mixalifên sereke Meral Akşener, Koray Aydin û Sînan Oguz memnûn bûn.
Piştî ku mehkemê qerara komcivînê da re pêşî Meral Akşener ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî di derbarê mijarê de nirxandinan kir û peyameke wiha weşand ‘Adalet bingeha hakimiyetê ye.’
Ji mixalifan Sînan oguz jî di derbarê mijarê de diyar kir çûyîna temyîzê nikare pêvajoyê asteng bike.
Her wiha Koray Aydin jî ji hisaba xwe ya medyaya civakî vê nirxandinan parve kir: “Ev qerar wê feydeyeke mezin bide dûstura xweseriya dadgehê û jiyana demokratîk a Tirkiyê ye.”(ÎLKHA)