Ji MHPê re qayyûm hat tayînkirin
Ji teref 12emîn Mehkemeya Hiqûqa Sulhê ya Enqerê ve ji MHPê re qayyûmeke ku ji 4 kesî pêk tê hat tayînkirin.
12emîn Mehkemeya Hiqûqa Sulhê ya Enqerê teleba komcivîna derasayî ya MHPê qebûl kir û ji bona ku partiyê bibin komcivînê qayyûma ku ji 4 kesî pêk dihat tayînî li ser MHPê kir.
Her weke ku tê zanîn berî niha kesên mixalif ên di nava partiyê de doza komcivînê kiribûn lê ev yek nehatibû qebûlkirin.Ji ber vê yekê kesên mixalif muracatî mehkemê kiribûn ku mehkemê teleba mixalifan qebûl kir.
Qayyûma ku ji teref 12emîn Mehkemeya Hiqûqa Sulhê ya Enqerê ve hatiye tayînkirin ji Ayhan Erel, Mehmet Bîlgîç, Turan Yildiz û Basrî Can pêk tê. Ev 4 kes ji bona komcivîna derasayî weke lijneya bangê wezîfê bikin.
Piştî qerara mehkemê Arîkarê Serokê Giştî yê MHPê Semîh Yalçin diyar kir ev ne qerareke rast e û ew ê vê qerarê bibin mehkemeyeke ku asta wê jortir be.(ÎLKHA)